06:18 21 Gulan 2018
    Meşa Aştî û Demokrasiyê li Qibrisê

    Gelê Qibrisê ji bo aştiyê meşiya

    © REUTERS / Yiannis Kourtoglou
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Rojnameya Afrika kul li Qibrisê weşanê dike, piştî operasyona li dijî Tirkiyeyê manşetek avêtibû û rastî êrîşê hatibû, gelê Qibrîsê bi navê Aştî û Demokrasiyê meşek li dar xist ev êriş şermezar kir.

    Li ser bangewaziya sendikal girseyeke qelebalix li Dereboyu ya Lefkoşayê civiya. Girse pêşî ber bi serokomariyê ve dûre ber bi Meclisa Komarê ve meşiya. Meşa ku bi navê Aştî û Demokrasiyê hate lidarxistin, pankartên "em dê xwedî li aştî, demokrasî û hebûna xwe ya civakî derkevin" hatine hildan.

    ‘BIRATIYA GELAN'

    Girseyê sloganên weke ‘li hember faşîzmê em mil bidin milê hev', ‘em dê vî welatî birêve bibin', ‘bijî biratiya gelan' hatin bilêvkirin.

    Hêjayî gotinê ye ku rojnameya Afrika ku gerinendetiya wê Şener Levent dike piştî ku ji aliyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ve hedef hatibû nîşandan rastî êrîşekê hatibû.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Pekînê ji bo hewayeke paqij 3 milyar dolar terxan kir
    Bajarê Rostovê dema Kûpaya Cîhanê de mazuvaniya geştyaran dike
    De Mistura: Dê biryara temsîlkirina NYyê li Soçiyê Guterres bide
    ‘Artêşa Sûriyê li rojhilatê Dêrazorê bi ser depoyên madeyên jehrî ve bû’
    Etîketan:
    demokrasî, aştî, meş, Qibris
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de