19:08 25 Nîsan 2018
    Rose Gottemoeller

    Ji NATOyê peyama Efrînê: Divê Tirkiye di bikaranîna hêzê de bi pîvan be

    © AFP 2018 / Michal Cizek
    Cîhan
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 03

    Cîgirê Sekreterê Giştî yê NATOyê Rose Gottemoeller, ragihand ku mafê Tirkiyê heye ewlekariya xwe biparêze, lê divê di operasyona Efrînê de li hemberî gefan bi pîvan bersivê bide.

    Gottemoeller de serdana xwe ya Tirkiyê de daxuyanî dan û li ser operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê ku Tirkiye birêve dibe got, "Tirkiye welatê herî zêde rûbirûyî terorê dibe ye û têkoşîna vê gefa tirsnak dide."

    Rayedara NATOyê diyar kir, "Hincetên meşrû yên Tirkiyê derbarê hêzên çekdarên kurd ên li Sûriyê de hene. Lê belê pêwîst e di van gefan û bersiva bo wan tê dayîn de hevsengiyek hebe."

    Gottemoeller bal kişand ser nakokiyên navbera Amerîka û Tirkiyê û got, normal e di navbera hin endamên NATOyê de nelihevî çêbibin, lewra ew wek malbatekê ne û Tirkiye jî endameke kevn a NATOyê.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Siyasetmedarê kurd Ebdulbasit Seyda ji Oposîzyona Sûriyê îstîfa kir
    ‘Bi operasyona Efrînê kurd bêtir nêzî Amerîkayê bûn'
    Li Efrînê rewşa jiyana rojanê ya piştî operasyona Tirkiyê
    Parlamentoya Kurdistanê civîneke taybet ji bo Efrînê li dar dixe
    Hevseroka Kantona Efrînê Hêvî Mistefa: Divê Amerîka qada ji bo firînê qedexe ragihîne
    'Amerîka bi kurdan re dualî dilîze'
    Etîketan:
    NATO, Efrîn, AmerikA, Sûriye, Tırkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de