08:17 27 Gulan 2018
Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY)

Neteweyên Yekbûyî sibe bi mijara Efrînê dicive

© REUTERS / Joe Penney
Cîhan
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)
0 10

Li gor nûçeya Rûdawê Komîsyona Asayişa Navdewletî li ser daxwaza Fransa ya derbarê êrişa Artêşa Tirkiyê ya bi ser Efrînê de sibê dicive.

Piştî ku duh êrişa Tirkiyê ya li dijî Efrînê dest pê kir, îro Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian bertek nîşan da û ragihand ku Fransa ji xirabtirbûna rewşa li Sûriyê dilgiraniyeke mezin heye.

Wezîrê Derve yê Fransayê ku ji bo beşdarîkirina di civîna wezîrên derve yên welatên rojavayê Deryaya Spî de li Cezayirê bû, di konferanseke rojnamegeriyê de got, bi armanca gotûbêjkirina rewşa mirovî ya li Sûriyê, Fransa bang li Komîsyona Asayişa Navdewletî dike, ku civîneke bilez saz bike.

Herwiha îro Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî li ser helwesta Fransa ya derbarê operasyona Efrînê de axivî û got, "Fransa an jî dewleteke din eger vê mjijarê bibin Netewên Yekgirtî, dê bikevine asta welatên alîgirê terorê."

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)

Bi heman mijarî:

Neteweyên Yekbûyî: Em ji êrîşa li ser Efrînê bi fikar in
Ji Neteweyên Yekbûyî daxuyaniya Sûriyê û artêşa YPGê
Sekreterê Neteweyên Yekbûyî ji Barzanî re name şand
Amerîkayê tola xwe ji Neteweyên Yekbûyî hilanî
Koreya Bakur : Biryara Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî sedema şerî ye
Li dijî hêzên aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî êrîş: 14 kuştî û 40 birîndar
Etîketan:
Neteweyên Yekbûyî, komîsyon, Mevlut Çavuşoglu, Jean-Yves Le Drian, Ewropa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de