08:46 19 Sibat 2018
Zindî
    Pitik

    Jineka ducanî 10 roj piştî mirina xwe weladî

    © AFP 2018/ PHILIPPE HUGUEN
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Afrîkaya Başûr jineke ducanî 10 roj piştî mirina xwe, pitikekî mirî welidî

    Li gorî rojnameya Times Live, xebatkarê goristana gundê Mthayîsî ya li herêma Mbîzana ku dikeve rojhiltê Afrîkaya Başûr, dema tabuta Nomveliso Nomasonto Mdoyî ya 33 salî vedikin, rastî pitikekî mirî di nav gavê jinikê de dibînin.

    ​Yek ji xebaran got: "Dema me vê yekê dît, em şaş û metal man, me li zayenda pitikê jî nenêrî û me gorê girt. Ez 20 sale dixebitim min ne tiştek wiha dît ne jî bihîstiye."

    Malbata Mdoyî ragihandin ku jinik di meha 9an de bi aciziya nefes standinê serî li nexweşxaneyê daye û piştî demeke jî jiyana xwe ji dest daye. Hat ragihandin ku dayîk û pitika wê bi hev re hatine binaxkirin.

    Etîketan:
    welidîn, pitik, rojnameya Times Live, Afrîkaya Başûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de