04:48 23 Nîsan 2018
    Otobus - qeza

    Otobusa rewiyan şewitî: 52 mirî

    © AFP 2018 / STR
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li eyaleta Aktobe ya Kazakistanê otobusa rêwiyan şewitî. Di encama bûyerê de 52 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Otobus
    © REUTERS / Büşra Selvi Öğütcen
    Hat ragihandin ku li herêma Aktobe ku dikeve bakurê rojavayê Kazakistanê agir girte otobusa rêwiyan. Li gor daxuyaniya Wezareta Navxweyî ya Kazakistanê ji 57 rewiyan 52 rêwî ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dan.

    Nûnerê Komîteya Rewşa Awarte ya Wezareta Navxweyî ya Kazakistanê Ruslan Îmankulov di axaftina xwe ya çapemeniyê de got: "Otobusa rêwiyan di dema çûnê de ji ber sedemeke ne diyar şewitî."

    Ruslan Îmankulov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di otobusê de 55 rêwî û du ajovan hebûn. 5 rêwî bi birîndarî xelas bûn û 52 rewî jî jiyana xwe ji dest dan."

    Herwiha ajansa nûçe ya Kazinformê ragihand ku rêvebiriya Kazakistanê gelek ambulans, tîmên tendirustî û wesayîtên agirkuj şandin cihê herêmê. Li gor ajansê rêwiyên otobusê hemû hemwelatiyên Ozbekistanê ne.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Otobusa rêwiyan li kamyonê qelibî: 48 mirî û 10 birîndar
    Ji bo herêm neyê terikandin bombe xistin otobusa rêwiyan: 5 kuştî û 7 birîndar
    Otobusa rêwiyan li dîwarê tunelê qelibî: 36 mirî û 13 birîndar
    Li Hindistanê otobusa rêwiyan qulibî: 25 mirî û 9 birîndar
    Otobusa heciyan qulibî: 16 mirî û 27 birîndar
    Otobusa polîsan li mînîbusa gundiyan qelibî: 2 mirî 19 jî birîndar
    Etîketan:
    Li Kazakistanê otobusa rêwiyan şewitî, Alboke, Kazakistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de