08:56 20 Sibat 2018
Zindî
    Fosil

    Daristanên cemserê yên berî 280 milyon salî hatin dîtin

    © REUTERS/ Stoyan Nenov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Antarktîkayê fosîlên ayîdê daristanekê hatin dîtin. Fosîl ji beriya niha bi 280 milyon sal mane.

    Tîma Gulbranson ya ji Zanîngeha Milwaukee, di gera ku li Antarktîkayê dikirin de rastî şopên daran hatin. Jeolohan bi dîtina bermahiyên darên ku ji berî niha bi 280 milyon salî mane, hebûna daristana herî kevn ya cemserê derxistin holê.

    Zanyaran diyar kirin ku fosîl aîdê serdema permiyen in ku berî niha bi 250 û 299 milyon sal hatiye jiyîn. Wê serdemê germahiya li wê parzemînê li gor îro gelekî germtir bû. Profesor Gulbranson, hîn jî sedema teqez ya tunebûna daristanên Antarktîkayê nedîtiye.

    Jeolog Erik Gulbranson û tîma wî di gereke ku li ser Çiyayên Transantarktik dikirin de rastî fosîla darekê hatin. Tîmê diyar kir ku fosîl ji serdema permiyen mane.

     

    Etîketan:
    Fosîl, Antatîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de