13:09 22 Çile 2018
Zindî
    Sanchi

    Li Behra Çînê bobelat: Tankera petrolê şewitî û noqav bû, 30 jê îranî hemû murettebat mir

    © REUTERS/ China Daily
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li rojhilatê Behra Çînê 6ê Rêbendanê tankereke petrolê bi keştiya kargoyê re li hev qelibîbû û paşê noqav bûbû. Hate ragihandin ku hêvî ji hemû murettebatê hatiye birîn. Tehranê diyar kir, "30 jê îranî bi tevahî 30 murettebat jiyana xwe ji dest dan."

    Keştiya ku ji Îranê birê ketibû û ber bi Koreya Başur ve diçû û bi tankêra Sanchi ya ku bandiraya Hongkongê CF Crystal pê ve bû li hev qelibîn. Tanker li nêzî Şangay a Çînê agir pê ketibû, tevî hemû hewildanên agirkujiyê, piştî qezayê bi 8 rojan keştî noqav bû.

    ​Wezareta Petrolê ya Îranê diyar kir ku 30 jê welatiyên Îranê 32 murettebatê keştiyê bi awayekî trajîl jiyana xwe ji dest dane.

    ​Keştiya ku qutiya wê ya reş hate bidest xistin, heta îro danê sibehê jî dişewitî. Li gorî agahiyên Wezareta Ragihandinê ya Çînê hîn pisporan xwe nigihandiye hin deverên hundir ê keştiyê, lewra li hundir rêjeya germahiyê digihîje 89 pilE germahiyê.

    ​RÎSKA BOBELAT TOKSÎKÊ

    Ji ber ku aliyê bayê guherî, rîska jehrîbûnê tîmên rizgarkirinê derket holê, lewra tîmên rizgarkirinê neçar man ku keştiyê biterikînin. Piştî demekê keştiya ku jê petrol dizî û dişewitî noqav bû. Ev yek li Behra Çînê rîska qeyraneke xwezayî derdixe holê.

    Bi heman mijarî:

    Bota penaberan noqav bû 5 kesan jiyana xwe ji dest da
    Profesorê tirk got ‘ Osmaniyan noqav îcad kir' AAyê jî bawer kir
    Etîketan:
    mirin, Xweza, Bobelat, Qeza, Sanchi, Çin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de