13:50 19 Hezîran 2018
Protesto

Protesto belav dibin: Artêşê leşker sewkî hinek bajaran kir

© REUTERS / Zoubeir Souissi
Cîhan
Lînkê kurt
0 20

Xwepêşandanên li Tunisê her diçe belav dibe û hêzên ewlehî bi tundî mudaxeleya xwepêşandêran dike. Heta niha bi 100an çalekvan hatine binçavkirin.

Di protestoyan de avahiyên sazî û dezgehên hikûmetê jî rastî êrişên çalekvanan tên. Hat ragihandin ku hikûmetê ji bo çalekvanan belav bike yekîneyên leşkerî sewkî hinek bajaran kir.

Serokwezîr Yusuf Şahid di daxuyaniya xwe de çalekvan bi qelskirina dewletê û bi vandaltiyê sûcdar kirin. Protestoyên Tunisê paytext jî di nav de herî kêm bi 10an bajaran belav bûne.

Protestoyên Tunisê hefteya borî bixwepeşandanên aştî dest pê kiribû, lê ji roja duşemê ve bûyerên tundûtujî jî diqewimin. Ji destpêka protestoyan heta niha zêdetirî 600 çalekvan hatiye binçavkirin.

Hêzên ewlehî yên hikûmetê çalekvanan û çalekvan jî hêzên hikûmetê bi tundûtujiyê tohmetbar dike.

Bi heman mijarî:

Turîstên rûsî îsal wê berê xwe bidin Yûnanîstan, Qibris û Tunisê
Bi alaya Rûsyayê Trump protesto kirin
Tirkiye: Em Amerîkayê protesto dikin
Li Yemenê bi sedan hezaran kes mudexaleya koalîsyona ereban protesto kirin
Şaxa Nurnbergê yê PEGIDAyê di salvegera damezrandina xwe de Erdogan protesto kir
Kurdistaniyan Îran protesto kir
Etîketan:
Xwepêşandanên Tunisê belav dibe, Tunis
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de