05:07 21 Nîsan 2018
    Çin-tanker

    Du keştî li hev qelibîn: 30 jê îranî 32 muretebat windayî ne

    © AP Photo / Eugene Hoshiko
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li qeraxê rojhilatê Çînê keştiya bar û tankera petrolê li hev qelibîn. Piştî qezayê 30 jê îranî û du jê bangladeşî windayî ne.

    Li gorî daxuyaniya Wezareta Veguhestin a Çînê, şevê din seet li derdora 20.00an li rojhilatê welat li nêzî Rûbarê Yangziyê keştiya panamayî ya bi navê Sanchiyê ku petrol barkiribû li keştiya Cf Crystal a Hong Kongî qelibî.

    Piştî qezayê 21 muretebatê çînî ku di keştiya Hong Kongê de bûn hatin rizgarkirin, lê ji ber şewatê 32 muretebat winda bûn. Li gorî daxuyaniyê ji 32 muretebatî 30 jê îranî û du jî bangladeşî ne.

    Ji keştiyê petrol herikî deryayê û hetanî seetên berê sibehê jî şewata keştiya dewam dikir. Sedema qezayê nehat ragihandin.

    Çînê ji bo lêgerîn û rizgarkirinê keştiyên paqijî û alîkariyê şandin herêma qezayê û di çarçoveya kordînasyona Navenda Lêgerîn û Rizgarkirin a Deryayê ya Çînê Koreya Başûr jî keştiyek û balafirek şand.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Serokê Çînê ferman da: Ji şer û mirinê re amade bin
    Piştî sucdarkirina Trump Çînê Pakistan parast: Têkoşîna dij terorê de hewleke mezin dan
    Ji Trump bo Çînê: Ez gelekî hêvîşikestî bûm
    Çînê piştgirî da serbixwebûna Filîstînê
    Sûriye bi destê Çînê tê ava kirin, Tirkiye di projeyan de tuneye
    Etîketan:
    Wezareta Veguhestin a Çînê, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de