01:03 21 Nîsan 2018
    Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê  Ging Şuang

    Piştî sucdarkirina Trump Çînê Pakistan parast: Têkoşîna dij terorê de hewleke mezin dan

    © AP Photo / Andy Wong
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî sucdarkirinên Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump ku gotibû Pakistan piştgiriya terorîzmê dike û gef lê xwaribû ku piştgiriya ku didinê qut bike, Çînê daxuyanî da. Wezareta Karên Derve ya Çînê, ragihand ku Pakistanê di têkoşîna dij terorê de alîkariyeke mezin daye û berdêl dane.

    Serokê Amerîka Donald Trump dema stratejiya şerê nû yê Afganistanê ragihand, Pakistan jî hişyar kir. Çînê jî bertek nîşanî Trump da ku, Pakistanê bi piştgiriya terorê sûcdar dike.

    ‘DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ BI VÊ YEKÊ BIHESE'

    Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Ging Şuang, di civîna çapemeniyê ya ku li Pekînê li darxist de diyar kir ku Pakistanê di têkoşîna dij terorê de hewldanên mezin kirine.
    Berdevk weha got: "Pakistanê di têkoşîna dij terorê de hewldaneke mezin nîşan da, berdêl dan. Herwiha piştgiriyeke mezin da têkoşîna dij terorê ya kurewî. Divê civaka navneteweyî bi vê yekê bihise.

    Ging diyar kir ku: "Em memnûn dibin ku Pakistan, ji bo aştî îstîqrara herêmî bi dewletên din û yên cîran re hevkariyê dike û pêkve dixebite."

    Ging herwiha destnîşan kir ku, dê Çîn û Pakistan dê têkiliyên xwe yên stratejîk yên hevkariyê de bidomînin û dê hevkariya xwe kurtir bikin. Êdî nabe."

    Bi heman mijarî:

    'Divê Pakistan tekoşîna milîtan û rêxistinên dijterorê zêde bike'
    Li sînorê Pakistan û Hindistanê şer: Kuştî û birîndar hene
    Pakistan dibe navbeynkarê krîza Qeterê
    Hindistan û Pakistan dibin endamên RHŞyê
    63 penaberên Burma, Pakistan û afganî hatin desteserkirin
    Pakistan hêzeke xwe leşkerî li sînorê Afganistanê bi cih dike
    Etîketan:
    Pakistan, civîn, berdevk, Ging Şuang, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de