07:50 27 Nîsan 2018
    Zelandaya Nû

    Li Zelandaya nû qedexeya alkolê bi çêkirina giravê bê wate hiştin

    © REUTERS / Anthony Phelps
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di sersalê de li Zelandaya Nû li peravan vexwarina alkolê hate qedexe kirin. Li ser vê yekê komeke Zelandayî bi rêbazeke afirîner ev qedexe bê wate hiştin.

     

    Kesên ku li bajarokê Tairua yê nîvgirava Coromandela Zelandaya Nû dijîn, bi xîzên ku ji peravê veguhastin di nava bahrê de giravek çêkirin. Koma ku giraveke têra şeş heft kesan û maseyekê bike çêkirin sersala xwe li ser vê giravê pîroz kirin.

    Fermandarê polîsên niştecih John Kelly piştî ku bi giravê hesiya ragihand ku: "Ev rêbazeke pir afirîner e, berî sersalê pê bihesiyama, bi îhtîmalekê ez ê jî beşdarî wan kesan bibûma."

    Li Zelandaya Nû di dema sersalê de vexwarina alkolê ya li deverên ji raya giştî re vekirî qedexe ye.

    Bi heman mijarî:

    Alkol çawa me û derûniya me diguherîne?
    Li Amedê li hemberî kafeyeke bi alkol teqîn: 6 birîndar
    Li İraqê alkol hate qedexekirin
    Li Okyanûsa Pasîfîkê 5 girav binav bûn
    Ji bo xweza û dîroka bajarên kurdan banga xwedî derketinê
    'Li Amedê çand, dîrok û xweza dê dibin avê de bimînin'
    Etîketan:
    girav, xîz, zelanda, John Kelly, Zelandaya Nû
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de