02:32 25 Gulan 2018
    Girtîgeh

    Li girtîgehê di navbera mehkûman de şer: 9 kuştî û 14 birîndar

    © AP Photo / Muhammed Muheisen
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li girtîgeha eyaleta Goias a Brezîlyayê di navbera mehkûman de şer derket. Di encama şer de 9 mehkûm hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn.

    Girtîgeh
    © AP Photo / Ben Fox
    Li gorî daxuyaniya berpirsên brezîlî, li girtîgeha Colonia Agroindustrial a eyaleta Goiasê di navbera grûbên mehkûman de şer û pevçûn derket. Di pevçûnan de 9 mehkûm hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn.

    Grûbên mehkûm piştî şer agir berdane doşek û lihêfên girtîgehê, lê agir ji aliyê wesayîtên agirkul ve hat vemirandin.

    Piştî şewatê ji 106 mehkûmên ku firar kirib3un 29 hatin girtin û ji bo girtina 77 mehkûmên mayî operasyon têne lidarxistin. Sala borî li herêma Amazona li girtîgeha Anisio Jobimê jî şer derketibû û di şer de 56 kes hatibûn kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo mehkûmên FETOyî li Tirkiyeyê 50 girtîgeh têne vekirin
    Buldan: Cihê parlamentaran ne girtîgeh in, parlamento ye
    Sizaya ateîzmê li Erebistanê Siûdî: 2.000 qamçi û 10 sal girtîgeh
    Cezayê gumanbarê Mutlu Kayayê diyar bû: 15 sal girtîgeh
    Qamişlo tê topbarankirin û YPGê girtîgeh rizgar kir (HAT NÛKIRIN)
    Etîketan:
    Li girtîgeheke Brezîlyayê şer, Colonia Agroindustrial, Brezîlya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de