19:31 20 Nîsan 2018
    Nîjerya

    Li dijî sivîlên ku jin û zarok jî di nav de êrişa çekdarî: 21 kuştî û bi 10an birîndar

    © AP Photo /
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Omoku yê girêdayî eyaleta Cross Riverayê li dijî kesên ku ji dêrê derdiketin êrişa çekdarî pêk hat. Di êrişê de 21 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

    Li bajarê Omoku yê girêdayî eyaleta Cross Rivera ku dikeve başûrê rojhilatê Nijeryayê li dijî kesên ku ji dêrê derdiketin êrişa çekdarî pêk hat. Di êrişê de 21 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

    Keşeyê dêra Omokuyê Dandy Bathuel di daxuyaniya xwe de got: "Kesên nenas li hemberî sivîlên ku piştî pîrozbahiyên sersalê diçûn malê êrişa çekdarî pêk anîn. Di nava kesên kuştî de jin û zarok jî hene. Ev Însan dema vedigeriyan malên xwe rastî êrişa çekdarî hatin."

    Berdevkê polîsê Cross Riverê Omoni Nnamdi jî di axaftina xwe de ragihand ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. Eyaleta Cross Riverê ji hêla petrolê ve herêmeke dewlemend e û car caran bûyerên revandin û êrişên çekdarî pêk tên.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Hêzên Hewayî ya Nijeryayê bi şaşî li kampa koçberan xist: 100an zêdetir mirî
    Li Nijeryayê du arkeologên alman hatin revandin
    Li Nijeryayê 7 hezar kes ji şerê Boko Haramê reviyan
    Keştiya Tirkiyeyê li Nijeryayê rastî êrişa qorsanan hat
    Etîketan:
    Li Nijeryayê êrişa çekdarî, Dandy Bathuel, Nîjerya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de