14:51 22 Gulan 2018
    Apple

    Appleyê lêborîn xwest û buhayê bataryayan daxist

    © REUTERS /
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Yek ji mezintirîn kompaniyayên teknolojiyê Appleyê di rojên borî de qebûl kiirbû ku ew telefonan bi hêdî dike. Kompaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew lêborîna xwe ji bikarhêneran dixwaze.

    Kompaniya teknolojîyê di rojên borî de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ew telefonên xwe yên kevn bi zanebûn bi hêdî dike û ji aliyên bikarhêneran ve rastî bertekan hatibû.

    Piştî dozên ku li pey hevûdu vebûn kompaniyayê dev ji vê biryara xwe berda û lêborîn xwest û ragihand ku dê ji bo guherîna bataryayên ku hatine bihêdî kirin kampanyayekê bide dest pê kirin.

    DÊ KAMPANYA SALEKÊ BIDOME

    Li gor daxuyaniya ji malpera fermî ya Appleyê hatiye ragihandin, batarya 50 dolarî tên erzan kirin û buhayê bataryayan ji 79 dolaran dadikeve 29 dolaran.

    Kompanyaya teknolojiyê diyar kiriye ku dê sala 2018an pê de kampanyaya guherîna bataryayan bidome û dê kampanya ji bo modelên iPhone 6, 6S, 7 û SE derbasdar be.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo IPhoneyên berê doza 1 trilyon dolaran li Apple hat vekirin
    Projeya nepen a Apple deşifre bû
    Apple Store ya sextê çêkirin, 50 kes kete dora iPhonê Xê
    Apple hemû sepanên Îranî ji App Storeyê derxistin
    CEOyê Apple derbarê 23ê Nîsanê twittek weşand
    Apple û Samsungê ji bo IPhone 8ê li hev kir
    Google, Facebook, Apple û Twitter jî dijî biryara Trump derketin
    Etîketan:
    lêborîn, iPhone, Apple, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de