03:08 23 Nîsan 2018
    Girtîgeh

    47 mehkûm ji girtîgehê reviyan

    © AP Photo / Ben Fox
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şevê din li eyaleta Akwa Îbom a Nîjeryayê 47 mehkûm ji girtîgehê reviyan. Nîjerya yek ji welatên Efrîqaya Rojava ye.

    Berdevkê midûriyeta polîsên eyalete Ogbajie J. Ogbajie di axaftina xwe de ragihand ku li eyaleta Akwa Îbomê ku dikeve başûrê rojavayê welat 47 mehkûm ji girtîgehê reviyan.

    Li gorî daxuyaniya Ogbajie mehkûman dîwarê girtîgehê bi balyozan herifandiye û paşî reviyane.

    Piştî bihîstina bûyerê hêzên ewlehî dest bi lêgerin û lêpirsînê kir. Polîsan 4 mehkûm mirî û 7 jî bi birîndar bi dest xistin. Lêgerîna 36 mehkûmên din didome.

    Bi heman mijarî:

    Li Nîjeryayê 7 êrişên xwekujî: Bi dehan mirî û birîndar
    Nîjeryayê dest danî ser keştiya ku ji Tirkiyeyê bi rê ketibû
    Li Nîjeryayê êrişa mizgeftê: 20 kuştî
    Li Nîjeryayê ji ber menenjitê 745 kesan jiyana xwe ji dest da
    Kuçikek li Nîjeryayê pêşî li êrişa xwekujiyê girt
    Etîketan:
    47 mehkûm ji girtîgehê reviyan, Ogbajie J. Ogbajie, Nijerya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de