17:27 25 Nîsan 2018
    Leşker

    Bi RPGê êrişî wesayîta leşkeran kirin: 2 jê albay 7 leşker hatin kuştin

    © Flickr/ ResoluteSupportMedia
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê El Arîş ê Sinaya Bakurê Misrê di êrişa çekdarî ya li dijî wesayîta leşkerî de 2 jê albay 7 leşker hatin kuştin û çend jî birîndar bûn.

    Grûbeke çekdar a nenas li ser rêya ku El Arîş û Bir el Abdê bi hev ve girêdida pêşî bi RPGê û paşî jî bi çekên lûledirêj êrişî wesayîta leşkerî kir.

    Di êrişa grûba çekdarî de 2 albayên bi navê Ehmed el Kefravî û Muhammed el Beşîr û 5 leşkerên artêşa Misrê hatin kuştin û çend leşkerên din jî birîndar bûn. Li gorî zanyariyan rewşa hinek leşkerên birîndar giranê.

    Artêş û rêxistina ewlehî ya Misrê ji Îlona 2013an ve li gelek bajarên herêma Sînayê bi sedema ku hêzên ewlehî hedef tên girtin li hemberî grûbên tekfir û terorîst operasonan li dar dixe.

    Bi heman mijarî:

    Misir: Lihevkirin pêk were em ê serxwebûna Kurdistanê nas bikin
    ‘Rûsya û Misir li dijî polîtîkaya DYA û Siûdî ya herêmê ne’
    Misir: "Me leşker neşandine Sûriyeyê"
    Misir: Em hevî dikin ku firînên bi Rûsyayê re heta dawî ya sale ji nû ve dest pê bike
    Misir îdiayên derbarê baregeha rûs derewand
    Rûsya: Divê Iran, Iraq û Misir beşdarî civîna Sûriyeyê bibin
    Etîketan:
    Li Misrê êrişa hêzên ewlehî, Sinaya Bakur, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de