02:21 25 Gulan 2018
    Otobus

    Du otobusên rêwiyan li hev qelibîn: 20 mirî û 28 birîndar

    © REUTERS / Büşra Selvi Öğütcen
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bakurê Filipînê du otobusên rêwiyan li hev qulibîn, di encama qezayê de 20 rêwî jiyana xwe ji dest dan û 28 kes jî birîndar bûn.

    Rêvebirê midûriyeta polîsên herêmê Romulo Sapitula di axaftina xwe de ragihand ku qezaya otobusên rêwiyan li bajarê La Unionê pêk hat.

    Li gorî daxuyaniya Romulo Sapitula di bûyera qezaya trafîkê de 20 kesî jiyana xwe ji dest da û piraniya rêwiyan jî kesên ku ji bo bernameya Noelê diçûn dêra navdar a bajarê Pangasinanê pêk dihat.

    Sapitula di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku di qezaya trafîkê de ji xeyrî 20 kesên ku jiyana xwe ji dest dan, 28 rêwiyên ku ajovan jî di nav de birîndar bûn. Li gorî agahiyan rewşa hinek birîndaran giran e û metirsî heye ku hejmara miriyan zêde bibe.

    Bi heman mijarî:

    Li Almanyayê qezaya trênê: 4 jê giran 50 birîndar
    Qezaya trafîkê: 24 kes mirin, 50 kes birîndar bûn
    Perlemantarêkî kurd di qezaya trafîkê de can da
    Li Pensilvanyayê qezaya trênê: 33 birîndar
    Li Misirê qezaya trênê: 28 kes mirin, 70 birîndar bûn
    Etîketan:
    Berpirsê midûriyeta polîsên Filipînê, Romulo Sapitula, Filipîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de