17:40 22 Nîsan 2018
    Afganistan

    Li pêşiya avahiya îstîxbaratê êrişa xwekujî: 5 kuştî

    © REUTERS / Mirwais Harooni
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li peşiya avahiya saziya îstîxbarat a Kabîla Afganistanê êrişeke xwekujî pêk hat. Di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Îro sibehê paytextê Afganistanê Kabîl bi teqîneke bihêz hejiya. Li peşiya avahiya saziya îstîxbarat a Kabîlê êrişeke xwekujî pêk hat. Di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Berdevkê Wezareta Navxweyî yê Afganistanê Nesret Rehîmî di axaftina xwe de ragihand ku teqîn ji aliyê kesekî xwekuj ve li hemberî avahiya saziya îstîxbaratê pêk hat û di êrişa xwekujî de 5 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Heta niha êrişa xwekujî ji aliyê ti kesî ve nehatiye qebûlkirin, lê wekî tê zanîn zêdetir rêxistina DAIŞ û Talîbanê êrişên xwekujî pêk tînin.

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova bo koalîsyonê: Qala marîfetên xwe yên li Afganistan, Libya û Iraqê bikin...
    Talîbanê bersiv da Trump: Afganistan wê ji Amerîka re bibe goristan
    Li Afganistan û Pakistanê aşît: Herî kêm 140 mirî
    Sînorên Afganistan-Turkmenistanê ji darbeyên îslamîstan dihejin
    Afganistan – 49 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Etîketan:
    li Kabîlê êrişa xwekujî, Berdevkê Wezareta Navxweyî yê Afganistanê, Nesret Rehîmî, Kabîl, Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de