08:43 23 Nîsan 2018
    Pakistan'ın Ketta şehrinde gerçekleşen bombalı saldırı

    Li dijî tîma leşkerî êrişa bombeyî: 3 kuştî

    © REUTERS / Naseer Ahmed
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li herêma Veziristan a Pakistanê li hemberî tîma leşkerî ya îmhakirina bombeyan êrişa bombeyî. Di êrişê de 3 leşker hatin kuştin.

    Berpirsê hikûmetê Kamran Afrîdî di axaftina xwe de ragihand ku li herêma Gulam Han a eyelata Veziristanê li hemberî tîma leşkerî ya îmhakirina bombeyan, teqemeniya ku berê li ser rê hatibû binerdkirin hat teqandin, di encamê de 3 leşkeran jiyana xwe ji dest da.

    Li herêma Mir Elî ya Veziristana Bakur jî du hefte berê motorsikletê bombepêçayî di dema derbasbûna konvoya leşkerî de hatibû teqandin û di encamê de 6 leşkeran jiyana xwe ji dest dabû.

    Roja îna borî jî li sînorê Pakistan û Afganistanê muhafizên sînor ê Pakistanê rastî êrişa grûbeke çekdar hatibû û di encamê de 3 leşkerên muhafiz hatibûn kuştin.

    Bi heman mijarî:

    'Divê Pakistan tekoşîna milîtan û rêxistinên dijterorê zêde bike'
    Li sînorê Pakistan û Hindistanê şer: Kuştî û birîndar hene
    Pakistan dibe navbeynkarê krîza Qeterê
    Hindistan û Pakistan dibin endamên RHŞyê
    63 penaberên Burma, Pakistan û afganî hatin desteserkirin
    Etîketan:
    Li Pakistanê teqîn, Kamran Afrîdî, Veziristan, Pakistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de