17:18 24 Nîsan 2018
    Quds

    Piştî Amerîkayê welatekî din jî balyozxaneya xwe vediguhestîne Qudsê

    © AFP 2018 / AHMAD GHARABLI
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara veguhestina Balyozxaneya Amerîkayê li Telavîvê bo Qudsê da, Serokê Dewlata Guetemalayê biryar da ku balyozxaneya veguhestînê Qudsê.

    Serokê Dewleta Guetemalayê Jimmy Morales îro li ser hisabê xwe yê medya civakî yê Facebookê ragihand ku piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu re biryar hat dayîn ku balyozxane ji Telavîvê bo Qudsê were veguhestin.

    Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, Jimmy Morales ji bo balyozxane were veguhestin dîrektîf daye rêvebirên fermî. Guetemala li Neteweyên Yekbûyî ji 9 welatan yek bû ku dengê na dabû.

    Di dengdayîna hefteya borî ya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de ji xeyrî Amerîka û Îsraîlê, Guetemala, Honduras, Giravên Marshallê, Mikronezya, Nauru, Togo û Palau dengê na dabûn. Herwiha Avustralya, Antigua-Barbuda, Arjantîn, Benin, Butan, Bosna Hersek, Kanada, Hirvatistan, Çekya, Dominikler, Gineya Ekvador, Fiji, Litvanya, Lesoto, Meksîka, Panama, Paraguay, Filipîn, Polonya, Romanya, Tuanda, Giravên Solomanê, Sudana Başûr, Trinida Tobago, Tuvalu, Uganda û Vanuatu jî bêalî mabûn û 128 welat jî dengê erê dabûn.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Quds biçe Medîne û Stenbol jî diçe
    RHÎ: Quds wekî paytextê du dewletan qebûl kir
    Erdogan: Ez vedixwînim ku Quds wekî payitexta Filistîn ya di jêr dagirkeriyê de were nasîn
    Quds û pêşbazîya Tirkiye û Îranê
    Welatekî Ewopayê jî Quds wekî paytextê Îsraîlê qebûl kir
    Etîketan:
    Mijara Qudsê, Serokê Dewleta Guetemalayê, Jimmy Morales, Quds, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de