06:22 21 Gulan 2018
    Şerê Nukleerî

    Sedema derketina şerê sêyemîn ê cîhanê wiha rave kir...

    © Sputnik /
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nivîskarê pisporê leşkerî yê Amerîkî Daniel Ellsberg ku pirtûkeke wî bi navê 'Maşîneya Qiyametê : Mikurhatina Stratejiya Nukleerî’ heye, sedemên şerê muhtemel ê sêyemîn li cîhanê rave kirin.

    Li gor nûçeya San Francisco Chronicleyê, dê şerê muhmetel bi qutbûna torên ragihandinê, nûçeyên derew ên medyayê û bi fermaneke bêfikirîn bê dayîn derkeve.

    Nivîskar di nûçeyê de mînakekê dide û dibêje, "Bo nimune; Nûçeyeke derew a ku bibêje li Washington yan jî Moskowê êrîşa terorî rû daye, dibe ku ji bo rûdana şerekî nukleerî bes be."

    'DÊ DI NAV ÇEND ROJAN DE BI MILYONAN KES BIMIRIN'

    Ellsberg dide xuyakirin, welatên pêşengên cîhanê zêdeyî adetê xwedî hêza nukleerî ne û heke şerek rû bide, dê di nav çend rojan de bi milyonan însan can bidin û heta ev yek bibe sedema tunebûna mirovatiyê.

    Ellsberg herwiha dide zanîn ku helwest û nêzîkbûna Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê çekên tunekirina girseyî de, wî dixe fikaran û dibêje, ‘Li dinyayê Amerîka bawer dike ku şer bi awayekî rewa tenê bi hêza zêde ya çekan tê qezenckirin."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya bang li Amerîkayê kir: Ji Ewropayê çekên xwe yên nuklerî vekşînin
    Bi ser malê de girt: Bira, jinbir û biraziyê xwe kuşt
    Hesen Ehmed: Welatên Rojava karta kurd nîşanî ereban, ya ereb jî nîşanî kurdan didin
    Amerîka: îdiaya ku Bexdadî di destê Amerîkayê de ye mixabin ne rast e
    Li Amerîkayê trêna rêwiyan ji xetê derket, herî kêm 3 kes mirin
    ‘Ger ku peyva Kurdistanê bê cizakirin divê hun bapîrê xwe Sultan Sencer ciza bikin'
    Amerîka pêşniyara Qudsê ya Filîstînê li NYyê veto kir
    Etîketan:
    Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de