20:01 23 Gulan 2018
    ABD Başkanı Donald Trump

    Koreya Bakur ji DYAyê re: Em ê wek çalakiyeke şerî bihesibînin

    © REUTERS / Carlo Allegri
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Koreya Bakur ragihand, eger DYA dorpêçeke deryayî deyne, dê wê wek "çalakiyeke şerî" bihesibînin.

    Koreya Bakur careke din hişyarî da DYAya ku dorpêça deryayê di rojeva xwe dihêle. Ajansa fermî ya nûçeyan KCNAyê di nûçeya xwe ya ku dispêre Wezareta Derve ya Koreya Bakurî, wezaretê ragihandiye eger DYA dorpêçê bisepîne, dê "bergiriyên xweparastinê yên meşrû û bêrehm" bigirin û dê vê kiryarê wek "çalakiyeke şerî" bihesibînin.

    Di nûçeyê de hat teqezkirin ku dorpêç tê wê wateya binpêkirina rêzdarî û serweriya Pyongyangê û piştrast kir ku gava Serokê DYAyê Donald Trump dorpêça deryayî tîne rojevê, "gaveke mezin û metirsîdar ber bi şerê nûklerî ve diavêje".

    Rojnameya Rodong Sinmunê ya fermî ya dewleta Koreya Bakur, ragihandibû ku dorpêçeke mihtemel a DYAyê li Pyongyangê, dê wek ragihandina şerî were nirxandin.

    Konferansa Pîşesaziyê yê Leşkerî ya 8emîn li Koreya Bakur
    © REUTERS / KCNA
    Konferansa Pîşesaziyê yê Leşkerî ya 8emîn li Koreya Bakur

    Bi heman mijarî:

    Rûsya di derbarê firotona petrolê bo Koreya Bakur de daxuyanî da
    Meksîkayê balyozê Koreya Bakur ji welatê xwe qewirand
    Rûsya û Çîn tetbîqata hevpar li nêzî Koreya Bakur dan destpêkirin
    Pûtîn: Em dikarin li Koreya Bakur bidin lê...
    Etîketan:
    Doanld Trump, Koreya Bakur, DYA
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de