20:09 19 Çile 2018
Zindî
    iPhone x

    Klona iPhone Xê dê ji 300 dolarî erzantir were firotin

    © REUTERS/ Stephen Lam
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hilberînerê çînî Leagoo, amadekariya pêşkeşekirina telefona xwe ya dawî S9 dike. The Verge diyar kir ku ev telefon klona telefona Appleyê ya nû iPhone Xê ye.

    Dema mirov nû dibîne ne mimkûne van her du telefonan ji hev veqetîne. Sêwirîneriya S9ê heya bi kite kitan jî ji iPhonê Xê hatiye kopî kirin. Tekane ferq ewe ku, di berhema Çînê dê pergala rû naskirinê Face ID tuneye. Ji devla vê pergalê ve di pişt telefonê de pergala şoptîlî nasînê heye.

    Di daxuyaniya ku şîrketê ragihandiye de hatiye diyar kirin ku dê S9 bi buhayekî di jêr 300 dolarî re were firotin, an go ji iPhone Xê bi sê qatan erzantir e.

    Di S9ê de kartêkereke MediaTek P40, 6GB RAM û 128 GB qada depokirinê heye. Di telefona xwedî ekraneke 5.85 înç ya AMOLEDî de, li paşê du kamerayên 16 MP yên bi şêwazê iPhonê hene.

    Bi heman mijarî:

    Trump, bi rêvebirên teknolojî yên Amerîkayê re civiya
    Zanyar: Dê vîrusa ku 23yê mehê ji fezayê were, dinyayê tune bike
    Zanyar: Wê hişkayîya Rojhilata Navîn 10 hezar salan dewam bike
    Mirovên Zanyar 'gora Îsa pêxember' vedikin
    Hatibû gotin ku di dawetê de IPhone 8 hatine belavkirin lê rastî cuda bû
    Şêxekî Siûdî di dawetê de ji devla şekir iPhone 8 belavkirin
    Buhayê iPhone ên nû diyar bûn
    Ciwan Haco klîba nû bi Iphone tomar kir
    Etîketan:
    buha, pergal, telefon, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de