20:24 19 Çile 2018
Zindî
    Girtîgeh / Zîndan / Heps

    Serokomarê berê serbest hat berdan

    © AP Photo/ Francois Mori
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Gurcistanê û Waliyê Odessa yê berê Mihail Saakaşvîlî piştî binçavkirinê serbest hat berdan.

    Mihail Saakaşvîlî li Ukraynayê bi îdîaya ‘alîkarina rêxistinên sûcî û veşartina sûcên rêxistinî' şeva îna borî hatibû binçavkirin. Sakaşvîlî li Kievê derkete dadgeha Peçerskiyê. Dozger ji bo Saakaşvîlî daxwaza hepsa malê kir, lê Serokê Dadgehê Larîsa Tsokol daxwaza dozger qebûl nekir û serbest berda.

    Dadgeh sedema serbestberdana Saakaşvîlî wê 14ê Berfenbarê eşkere bike. Piştî dadgehê Saakaşvîlî li pêşiya avahiya dadgehê bi hevalbendên xwe re hat cem hev.

    Saakaşvîlî hefteya borî jî dîsa bi îdîaya ‘alîkarina rêxistinên sûcî û veşartina sûcên rêxistinî' li avahiya ku lê dime ji aliyê îstîxbaratvanên ukraynî ve hatibû binçavkirin, lê paşî bi alîkariya hinek hevalbendên xwe ji destê hêzên ewlehî xelas bibû.

    Bi heman mijarî:

    Saakaşvîlî: Wê nikaribin welatîbûnê ji min bistînin û ez ê nebim penaber
    Saakaşvîlî: "Bêyî Ûkrayna pêşeroja Ewropayê tuneye"
    Pûtîn: Parêzgariya Saakaşvîlî li hemberî Ûkraynayiyan heqaret bû
    Poroşenko, Saakaşvîlî ji wezîfê stand
    Saakaşvîlî biryara îstîfayê da
    Etîketan:
    Serokomarê berê serbest hat berdan, Mihail Sakaşvîlî, Kiev, Ukrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de