14:05 11 Kanûn 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    'Gotinên Erdogan bû sedema bilindbûna tansiyonê'

    © REUTERS/ Osman Orsal
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Çapemeniya Îngilîz û Amerîkayî îro behsa serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ya ji bo Yunanistanê kir û şîroveya ‘tansiyon bilind bû' hat kirin.

    Serokomarê tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ji bo serdaneke fermî duhî çû Yunanistanê û li wir bi Serokomarê Yunanistanê Prokopis Pavlopoulos û Serokwezîrê Yunanistanê Alexis Çipras re hevdîtin pêk anî û di wan hevdîtinên xwe mijara ‘rojanekirina Peymana Lozanê' kir. Ev mijar di çapemeniya Îngilîz û Amerîkayî de jî cihê xwe girt.

    Li gorî agahiyên BBC Tirkiyê, di rojnameya The Guardianê de nivîseke bi sernavê "Erdogan, di destpêka serdana xwe ya Yunanistanê de axaftineke tund kir" cih girt û di nivîsê de hat îdiakirin ku ya piştî 65 salan serdana pêşîn a serokomarekî Tirk "bi awayekî dijminatî' dest pê kir.

    'NABE LOZAN WERE MIZAKEREKIRIN'

    Rojnameyê ragihand ku Erdogan saetekê piştî gavavêtina xwe ya nav axa Yunanistanê behsa başkirina azadiya dînî ya li gorî Peymana Lozanê kir û got, "Serokomarê Yunanistanê Prokopis Pavlopulos li hember gotinên Erdogan, bi awatekî eşkere ket şoke û bi gotina ‘nabe Lozan were mizakerekirin' bersiv da Erdogan."

    Rojnameya The Telegraphê jî cih da serdana Erdogan û diyar kir ku serdan Erdogan ji ber daxuyaniyên wî yên di derbarê Lozanê de bi gengeşî dest pê kir û got, "Herdu welatên hevkarên hev ên NATOyê ne, ji ber van gotinên Erdogan nazikiya dîplomatîk jî danîn aliyekî."

    'HÊVIYA ENCAMEKE DÎPLOMATÎN JI HOLÊ RAKIR'

    Rojnameya Amerîkayî ya bi navê New York Timesê jî nivîsand ku gotinên Erdogan ên di derbarê Peymana Lozanê de bû sedem, ku hêviya encameke dîplomatîk ji holê rabe û hat gotin, "Rewşa serdanê û gotinên hatin kirin zêde tevkarî li têkiliyên van herdu welatan nekirin."

    Herwisa rojnameya Wall Street Journal jî serdana Erdogan wekî ‘bilindbûna tansiyonê' şîrove kir.

    Bi heman mijarî:

    Ji Kiliçdaroglu bo Erdogan: Eger cesareta te hebe derkeve pêşberî min
    Erdogan: Ey Trump tu dixwazî çi bikî?
    Ji Erdogan bo Îsraîlê: Dibe ev bibe sedema birîna têkiliyên dîplomatîk
    Îsraîlê bertek da Erdogan: Qudis ev 3 hezar sal in paytexta Cihûyan e
    Erdogan: Planeke DYAyê li dijî Tirkiyeyê heye
    Etîketan:
    tansiyon, gotin, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayip Erdogan, Yunanistan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de