04:28 18 Kanûn 2017
Zindî
    Alî Abdullah Salih - Yemen

    ‘Hîn termê Alî Abdûllah Salih nehatiye veşartin’

    © AFP 2017/ MOHAMMED HUWAIS
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Ragihandina Tevgera Hûsî Ensarullah a Yemenê Abdel Qûdb el Şaharî, veşartina termê Serokê berê yê Yemenê Alî Abdullah Salih wekî îdiayeke derew rave kir û got, 'Hîn nehatiye definkirin, piştî encamdana lêpirsînê dê bê veşartin.'

    El Şaharî ji Spûtnîkê re axivî û got, hîn termê ‘Salih' di morgê de ye û dema definkirinê nehatiye diyarkirin, dê piştî bidawîbûna lêpirsînê biryar bê dayîn.

    Rayedarê Hûsiyan ku Salih ji aliyê hêzên wan ve hatibû kuştin diyar kir, ‘Divê di vê mijarê de em nelezînin' û got, ‘Hemû îdiayên derbarê definkirina cenaze de derew in.'

    El Şaharî got, ‘Salih ne li mal, 50 kîlometran dûrû mala xwe dema ku direviya hatiye kuştin' û da zanîn, dema wan mala wî dorpêçkiribû, di deriyê paş ê xanî de reviya ye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Kerkûkê êrîşî hêzên Iraqî kirin, şerekî giran qewimî
    Rûsyayê derbarê Qûdsê de ji Amerîkayê ronîkirin xwest
    Kosret Resûl ji nexweşxaneya Almanyayê derket
    Wezîrên Derve yên Rûsya û Amerîkayê civiyan
    Iraqê li Kerkûkê 2 rêveberên Kurd bi Tirkmenên şîe guhertin
    Li New Mexico êrîşî dibistanê kirin: 3 kes hatin kuştin
    Etîketan:
    Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de