21:57 11 Kanûn 2017
Zindî
    Quds

    Welatekî Ewopayê jî Quds wekî paytextê Îsraîlê qebûl kir

    © REUTERS/ Ammar Awad
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump Quds wekî paytextê Îsraîlê nas kir û dîrektîda veguhestina Balyozxaneya Amerîkayê bo Qudsê da, welatê Çekyayê jî gavekê nêzî ya Trump avêt.

    Wezareta Derve ya Çekyayê di malpera fermî ya înternetê de daxuyaniyek belav kir û got: "Çekya, hetanî peymana navbera Îsraîl û Filistînê were îmzekirin Qudsê wekî paytextê Îsraîlê nas dike."

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku Çekya, Qudsê wekî paytextê pêşerojê yê herdu dewletan (Îsraîl û Filistîn) dibîne. Biryara veguhestina balyozxaneyê ji Telavîvê bo Qudsê piştî encamên hevdîtinên bi hevalbendan re dê were nirxandin.

    Çekya bû yekemîn welatê endamê Yekîtiya Ewropayê ku Quds wekî paytextê Îsraîlê nas kir.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Çekya bi qasî 500 hezar dolaran alîkariyê dide penaberên li Duhokê
    Piştî Amerîkayê 2 welatên din jî Quds wekî paytextê Îsraîlê nas kirin
    ‘Kerkûk Quds û dilê Kurdistanê ye û dê her wilo bimîne'
    Kremlînê derbarê Qudsê de daxuyanî da
    Kurdên Îsraîlê li Qudsê çalakiya piştgirî ya serxwebûna Kurdistanê li dar xistin
    Li Qudsê bûyer derket: 3 kes hatin kuştin
    Li Qudsê şerê çekdarî: 3 kuştî û 5 birîndar
    Trump li Qudsê çû ber dîwarê pîroz
    Etîketan:
    Çekyayê Quds wekî paytextê Îsraîlê nas kir, Çekya, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de