20:06 11 Kanûn 2017
Zindî
    Baregeha NATO li Brukselê

    NATO: Em ji destdirêjiya Îranê ya nava Iraqê aciz in

    © Foto: NATO
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg piştî civîna Wezîrên Derve yên welatên endamên NATOyê derkete pêşberî kamerayan û ragihand ku NATO ji destdirêjiya Îranê ya nava Iraqê aciz e.

    Jens Stoltenberg di axaftina xwe de got: "Ji bo tekoşîna dijterorê û sazkirina kontrolê hêzên NATO piştgirî da artêşa Iraqê û ji bo vê armancê gelek welatên endam ji bo şerê terorê bi şêweyekî aktîf alîkariya hêzên iraqî kirin."

    Stoltenberg di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em wekî NATO gelekî aciz in ku Îran tevlî kare navxweyî yê Iraqê bibe û ev ji bo aştî û aramiya herêmê astengiyeke. Gelek welatên endamên NATOyê heta niha çend caran ev anîne rojevê."

    Sekreterê NATOyê di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li hemberî polîtîkayên mudaxeleker ên Îranî, em ê piştgiriya xwe ya hikûmeta Iraqê dewam bikin."

    Bi heman mijarî:

    NATO hejmara leşkerên xwe li Afganistanê derdixîne 16 hezaran
    NATO dê 3 hezar leşker bişîne Afganistanê
    ‘NATO nikare êrişa Rûsyayê têk bibe'
    Ji NATO ji bo Tirkiyê û Amerîkayê: Biaxifin
    NATO: Tirkiye di mijara S-400î de me haydar nekir
    Etîketan:
    Destdirêjiya Îranê ya nava Iraqê, Sekreterê Giştî yê NATOyê, Jens Stoltenberg, Iraq, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de