20:29 26 Gulan 2018
Yemen - Husî

Moşeka kruz avêtin santrala nûkleerî ya Îmaratê

© AFP 2018 / ABDULLAH AL-QADRY
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Rêxistina husiyên Yemenê ku Îran piştgiriya wan dijke di daxuyaniya xwe de ragihand ku moşeka krûz avêtine santrala nûkleerî ya Baraka ya aîdî Îmarata Erebî.

Husiyan di daxuyaniya xwe ya malpereke înternetê de got: "Hemû cihên girîng ên wekî balafirxane, lîman, sînor û herêmên leşkerî wê bibin hedefa çekên me. Santrala nûkleerî ya Barakayê ku li Abû Dabiya Îmaratê ye rastî noşeka me ya kruz hat."

Ji aliyê din ve Îmarata Erebî ev îdîaya husiyan red kir. Ajansa nûçe ya fermî ya Îmaratê (WAM) di daxuyaniya xwe de got: "Pergala parastina moşekên hewayî ya Îmaratê dikare bersiva hemû talûkeyan bide û parastina santrala nûkleerî jî di asta herî bilind de ye."

​Di nava meha borî de rêxistina husiyan çend caran moşekên balîstîk avêtibûn Erebîstana Siûdî jî lê pergala parastina moşekên hewayî ew îmha kiribûn.

Bi heman mijarî:

Li Yemenê şerê navxweyî
NY: Bi milyonan welatiyên Yemenê dikarin ji birçîbûnê bimirin
Koalîsyona Ereban hemû deriyên sînor bo Yemenê girtin
Erebistana Siûdî: Em mafê bersivdana Îranê veşartî digrin, sînorên Yemenê hatin girtin
Li Yemenê êrişa bombeyi: 9 kes jiyana xwe ji dest dan
Hejmara miriyên kolerayê li Yemenê gihîşt hezar û 847 kesan
Etîketan:
Rêxistina husiyan, Îmarata Erebî, Yemen
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de