18:38 27 Gulan 2018
Artêşa Yemenê

Kongreya Giştî ya Gel kontrola gelek bajaran bi dest xist

© AP Photo / Wael Qubady
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hêzên girêdayî serokomarê berê yê Yemenê li hemberî çekdarên husî yên şîe serkeftin bidest xistin û dest danîn ser çend bajaran ku kontrola wan di destê husiyan de bû.

Şer û pevçûnên di navbera hêzên Kongreya Giştî ya Gel ku serokomarê berê yê Yemenê Elî Ebdula Salih serokatiya wan hêzan dike, li gel çekdarên milîs ên husî berdewam e. Li gorî zanyariyên dawiyê hêzên Kongreya Giştî ya Gel dest li ser çend bajaran de girtin û bajarên paytexta Yemenê Sana, Beyza, Îb, Zemar, Rîme, Hice û Mehuyt bidest xistin.

Piştî daxuyaniya Elî Ebdula Salih ku daxwaz ji eşîretan kir ku serî rakin û husiyan ji welat derbixin, piraniya eşîretên li dijî wan milîsan serhildan û bi sedan çekdarên husî hatin kuştin û kontrola bajarên Sana, Beyza, Îb, Zemar, Rîme, Hice û Mehuyt bi dest xistin.

Bi heman mijarî:

“Eger pêwîst be, Îran dê baregehên xwe li Yemen û Sûriyeyê damezirîne”
Li Yemenê şerê navxweyî
NY: Bi milyonan welatiyên Yemenê dikarin ji birçîbûnê bimirin
Koalîsyona Ereban hemû deriyên sînor bo Yemenê girtin
Erebistana Siûdî: Em mafê bersivdana Îranê veşartî digrin, sînorên Yemenê hatin girtin
Etîketan:
Kongreya Giştî ya Gel, Elî Ebdullah Salih, Sana, Yemen
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de