10:37 24 Çile 2018
Zindî
    Emmanuel Macron

    Dîplomatê amerîkî: Fransa piştgiriya xwe ya Kurdistanê eşkere kir'

    © REUTERS/ Geoffroy Van Der Hasselt
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Balyozê berê yê Amerîkayê yê li Iraqê Zalmay Xelîlzad li ser vexwendina Barzanî bo Koşka Elyseeyê ragihand ku Fransa piştgiriya xwe ya Kurdistaneke bihêz dike.

    Dîplomatê amerîkî ku balyozê berê yê Iraqê bû û beriya wê jî li Afganistanê balyozê Amerîkayê bû li ser hesabê xwe yê Twitterê behsa vexwendina heyeta Kurdistanê bo Koşka Elyseeyê kir û ev serdan weke "pêngaveke giring" bi nav kir.

    Zalmay Xealîlzad di peyama xwe de got: "Fransa bi vexwendina xwe ya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Koşka Elyseeyê, pêşengiya xwe ya piştgirîdana Kurdistaneke bihêz îsbat kir. Ev pêngaveke giring e û dibe ku ji bo danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê hêsankariyê bike."

    Duhî Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Koşka Elyseeyê pêşwazî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kir û herdû alî tekezî li ser çareserkirina nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî û Macron di civîna çapemeniyê de daxuyanî dan
    Hevdîtina Barzanî û Macron dest pê kir
    Barzanî û Macron li Fransayê dicivin
    Erdogan bi Macron re bi telefonê axivî
    Herîrî li Fransayê ji aliyê Macron ve hat pêşwazîkirin
    Etîketan:
    Serokomarê Fransayê, Emmanuel Macron, Zalmay Xelîlzad, Kurdistanê, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de