06:55 22 Hezîran 2018
Ajal

Dizên heywanan bi çekan êrişî eşîra koçer kir: 40 kuştî û 19 birîndar

© Sputnik / Aleksandr Kondratuk
Cîhan
Lînkê kurt
0 01

Li eyaleta Jonglei ya Sudana Başûr dizên heywanan bi çekan êrişî eşîra koçer ku çêlek xwedî dikirin kir. Di êrişa çekdarî de 40 kes hatin kuştin û 19 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên berdest, li eyaleta Jonglei ya Sudana Başûr dizên heywanan bi çekan êrişî eşîra koçer ku çêlek xwedî dikirin kir. Li gorî agahiyên destpêkê di êrişa çekdarî de 40 kes hatin kuştin, 19 kes birîndar bûn û gelek jin û zarok jî hatin revandin.

Wezîrê Enformasyon ê eyaleta Jongleiyê Jacob Akech Dengdit di daxuyaniya xwe de got: "Grûba çekdar ku ji eyaleta Bomaya cîran hatibû li bajarê Duk Padiyatê di hewldana diziya çêlekan de 40 kes kuştin, 19 kes birîndar kirin û gelek jin û zarok jî revandin. Kesên çekdar zêdetirî hezar çêlekî jî xesp kirin. Hikûmet dixwaze di nava grûban de aştiyê mayînde bike, lê çeteyên ku ji eyaleta Bomayê tên felakete rast dikin."

Gengeşiya navbera eyaleta Jonglei û Bomayê ji meha gulana sala borî ve didome. Di navbera herdu eşîran de gelek caran bûyerên şer û pevçûn, diziya heywanan, revandina jin û zarokan diqewime û ev bûyer dibin sedema neyartiya navbera herdu eşîran.

Bi heman mijarî:

Piştî êriş û teqînên Kerkûkê walî ji Ebadî daxwaza hêzeke zêde kir
DAIŞê bi wesayîta bombebarkirî êriş kir: 20 kuştî 30 kes jî birîndar bûn
Heşda Şeibî tehdîd kir: Eger venekişin em ê êriş bikin
Li Sêrtê êriş li qeyûm hat kirin
YPG: Eger êriş li dijî Efrînê bê kirin em ê bersiv bidin
Etîketan:
Wezîrê Enformasyon ê eyaleta Jongleiyê, Jacob Akech Dengdit, eyaleta Bomayê, Sudana Başûr
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de