01:01 19 Kanûn 2017
Zindî
    Afganistan - Kabil

    Hêzên ewlehî bi ser medresê de girtin: 21 şagirt hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn

    © REUTERS/ Omar Sobhani
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hêzên ewlehî yên hikûmeta Afganistanê bi ser medreseyeke rêxistina Talîbanê de girtin. Di operasyonê de 21 zarokên şagirt hatin kuştin.

    Hêzên ewlehî yên hikûmeta Afganistanê li bajarê Vardak ku dikeve başûrê Kabîlê li hemberî medreseyeke Talîbanê operasyona leşkerî li dar xist.

    Saziyên çapemenî yên nêzîkî hikûmeta Kabîlê ragihandin ku di operasyonê de milîtanên rêxistina Talîbanê hatine kuştin. Lê berdevkê Talîbanê Zebihullah Mucahid di daxuyaniya xwe de ragihand ku di operasyona hêzên ewlehî ya li navçeya Nirh a bajarê Vardakê de 21 şagirtên medreseyê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

    Berdevkê Talîbanê Zebiullah Mucahid êrişa ser medreseye û kuştina şagirtan wekî ‘sûcê şerî' bi nav kir.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Pakistanê êrişî Afganistanê kir: 50 kuştî
    Tekoşîna çekdarî li dijî DAIŞ li Afganistanê bê encam e
    Li Afganistanê di navbera DAIŞ û Talîbanê şer: 91 kuştî
    Berî serdana wezîrê amerîkî li Afganistanê êrişa xwekujî
    Rûsya: Biryara Amerîka ya tevlînebûna civîna Afganistanê em xemgîn kirin
    Etîketan:
    Talîban, Hêzên ewlehî yên Afganistanê, Vardak, Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de