02:31 25 Gulan 2018
    Somalî

    Parlamenter ji aliyê parastvanan ve hat kuştin

    © REUTERS / Feisal Omar
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Somaliyê parlamenterê Herêma Xweser a Galmudugê Muhammed Abdî Guled ji aliyê parastvanên parlamenterekî din ve hat kuştin.

    Li gorî şahidên bûyerê Muhammed Abdî Guled li Mogadîşuyê li nêzîkî avahiya parlamentoyê ji aliyê parastvanê parlamenter Mehmûd Abuukate ve bi çekan hat kuştin.

    Parlamenter Guled bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê, lê digel hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

    Piştî bûyerê parlamenter Mehmûd Abuukate di axaftina xwe ya çapemenî de got: "Wesayîta Guled ji paşve li wesayîta me da, tîma me ya ewlehî jê xwest ku bisekne, lê wî demançeya xwe kişand û zor li parastvanên min kir."

    Li gorî îdîaya Abuukate parastvanên wî bi şaşî gule berdane Guled. Piştî bûyerê parastvan hatin binçavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Somaliyê êrîşa bombeyî: Gelek kes mirin û birîndar bûn
    Li Somaliyê êrişa bombeyi: 13 kuştî û gelek birîndar
    Trump Pentagon ji bo êrîşên asmanî yên ser Somaliyê erkadar kir
    Fermandarê tabûra Somaliyê ya li Donetskê Tolstih hat kuştin
    Li Somaliyê li dijî otelê êriş: 6 kuştî û bi 10an birîndar
    Neteweyên Yekbûyî: "Li Somaliyê 71 hezar zarok bi mirinê re rû bi rû ne"
    Etîketan:
    Parlamenterê somalî ji aliyê parastvanan ve hat kuştin, Mehmûd Abuukate, Muhammed Abdî Guled, Mogadîşu, Somalî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de