13:43 18 Kanûn 2017
Zindî
    Milîtanê DAIŞê

    ‘Li Iraq, Ewropa û li herêmê tehdîda DAIŞê dewam dike'

    © REUTERS/ Stringer/Files
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jan Kubîs ragihand ku li dijî DAIŞê serkeftin hat bidestxistin, lê rêxistin wekî tehdît hebûna xwe dewam dike.

    Jan Kubîs di Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî de ji bo têkçûna rêxistina terorîst a DAIŞê li Iraqê welatên endam agahdar kirin. Kubîs di axaftina xwe de got: "Rêxistina terorîst a DAIŞê ji sala 2014an ve ji sedî 95ê axa ku li Iraq û Sûriyeyê kontrol dikir winda kir û bi şikestina rêxistinê 7 milyon û 500 hezar însan gihîştin azadiya xwe."

    Kubîs di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di vê pêvajoya tekoşîna dijî DAIŞê de bi hezaran însan jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn, bi 100 hezaran zarok ji perwerdeyê mehrûm man, 6 milyon însan ji cih û warên xwe bûn û gelek bajar kawil û wêran bûn."

    Nûnerê NY di dirêjiya axaftina xwe de got: "DAIŞê li hembeî misilman û kêmaran sûcê însanî kir û ev pêkhate rastî jenosîdê hatin. Raste rêxistina terorîst a DAIŞê şikestiye û serkeftinek hatiye bidestxistin, lê tehdîda rêxistinê li Iraq, Ewropa û li herêmê dewam dike."

    Bi heman mijarî:

    ‘900 endamên DAIŞê yên vegeriyan Tirkiyeyê çûn ku?'
    DAIŞê êrişî milîsan kir: 8 kuştî
    Jinên êzîdî li bazarên koleyan yên DAIŞê tên firotin
    Bexda li xwe mikur hat: Haya me ji çalekiyên DAIŞê heye
    Milîtanên DAIŞê yên ku hewl didan têkevine Ebû Kemalê hatine berteref kirin
    Etîketan:
    daiş, Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê, Jan Kubîs, Ewropa, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de