00:37 18 Kanûn 2017
Zindî
    Koçber

    Guterres: Nabe koçber werin firotin

    © AP Photo/ / Darko Bandic
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di axaftina xwe de ragihand ku vîdyoyên ku penaberên efrîqî li Libyayê wekî kole difroşin tiştekî dehşet e.

    Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di axaftina xwe de got: "Vîdyoyên ku têne belavkirin û têde koçberên efrîqî bi pereyan têne firotin tiştekî dehşet e."

    Antonio Guterres li navenda avahiya Neteweyên Yekbûyî di axaftina xwe ya civîna çapemenî de bersiva pirsên rojnamevanan a ku koçber têne firotin da û got: "Ji bo van vîdyoyên ku koçberên efrîqî bi pereyan têne firotin bangî berpirsên libyayî dikim ku derheqê van îdîayan de lêpirsînê bidin destpêkirin. Divê berpirsyarê vê bûyerê werin girtin û teslîmî edaletê bikin. Di dinyaya me ya niha de cih ji koletiyê re tuneye û ev îdîa li hemberî însaniyetê sûc e."

    Televîzyona CNN Internationalê hefteya borî dîmênên koçberên efrîqî ku li bazarên Libyayê dihatin firotin belav kiribûn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Haşdî Şabî nahêle koçber vegerin
    57 hezar sivîl ji Kerkûkê koçber bûn: Alîkariya lezgîn divê
    IOM: Bota ku 126 koçber têde bûn binav bû
    Ji Kampa Domiz a Dihokê 6 hezar koçber derbasî Ewropayê bûn
    Di 5 rojên dawî de, 13 hezar iraqî ji Mûsilê koçber bûne
    Etîketan:
    Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY), Antonio Guterres, Libya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de