04:49 26 Sibat 2018
Zindî
    orkînos-masî-masîvan-

    WWF: Rîsk heye ku ji sê paran du parên popûlasyona giyaneweran ji holê rabin

    © AP Photo/ Bozidar Vukicevic
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor rapora Weqfa Parastina Xwezayê ya Cîhanê (WWF) heke tevdîr neyên girtin, rîska wê yekê heye ku ji 2020an bi şûnde popûlasyona giyanewerên cîhanê ji % 67 kêm bibe.

    Weqfa Parastina Xwezayê ya Cîhanê di rapora xwe ya bi navê Gerestêrka Zindî de ragihand ku heke tevdîr neyên girtin ji 2020an bi şûnde rîsk heye ku ji sê paran du parên popûlasyona giyaneweran ji holê rabin.

    Di rapora ku WWF serê du salan carekê amade dike û rewşa cîhanê ya heyî wekî kurteyekê vedibêje de hat gotin ku di navbera salên 1970 û 21012an de, di nifûsa giyanewerên bi movik de (guhandar, masî, çiwîk, yên du jiyanî û xişxişok) kêmbûneke ji
    %58 pêkhatiye.

    Ev kêmbûn tê wateyê ku di popûlasyona cureyên bejahiyê de wekî rejeyeke ji %38, di popûlasyona cureyên ku di bahrê de dijîn ji %36, di popûlasyonê ku di avên tên vexwarin de dijîn ji %81 kêmbûnê. Herwiha di raporê de tê destnîşankirin ku heke tu tevdîr neyên girtin û wisa berdewam bike ji sala 2020an ve ji %67 popûlasyona giyaneweran dê ji holê rabin.

    Bi heman mijarî:

    Ji mirovên zanist ên rûsî pergaleke nû ya parzunkirina avê
    Li Silêmaniyê Yekemîn Konferansa Zanist û Sirûştê ya Navdewletî
    Zanyar: Wê hişkayîya Rojhilata Navîn 10 hezar salan dewam bike
    Mirovên Zanyar 'gora Îsa pêxember' vedikin
    Etîketan:
    popûlasyon, rapor, amade
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de