22:27 17 Kanûn 2017
Zindî
    Alîkariya însanî

    Di dema belavkirina alîkariyê de îzdîham çêbû: 15 mirî 40 birîndar

    © Sputnik/ Andrey Stenin
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li herêma Essaouira ya Fasê di dema belavkirina alîkariyê de îzdîham çêbû. Di îzdîhamê de herî kêm 15 kes mirin û 40 kes jî birîndar bûn.

    Li gorî nûçeya BBC Tirkî, li bajarokê Sidi Boulaalam ê Essaouirayê di belavkirina alîkariya însanî de îzdîham çêbû. Li gorî zanyariyan di îzdîhamê de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 40 kesî jî birÎndar bû. Navê saziya ku alîkarî belav dikir nehat eşkerekirin.

    Çapemeniya herêmî jî di nûçeya xwe de ragihand ku li herêma alîkarî dihat belavkirin dora 800 kesî hebû û piraniya mirî û birîndaran jin û zarok in.

    Li Fasê ji ber hişkesaliyê hilberîna berhemên çandinî pir kêm bibû û ev jî bibû sedem ku bûhabûn çêbibe.

    Bi heman mijarî:

    Leşkerên rûsî 144 ton alîkariya însanî gihandin Şamê
    Civakên olî yên rûsî wê alîkariya însanî bişînin Sûriyeyê
    Rûsyayê 8 ton alîkariya însanî şandin Şam û Helebê
    Êrişa konvoya alîkariya însanî ya Helebê xapandin bû
    Yekîtiya Ewropa ji bo alîkariya Însanî li Şamê ofîsê vedike
    Etîketan:
    Li Fasê di alîkariya însanî de îzdîham çêbû, Essaouira, Fas
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de