05:27 22 Nîsan 2018
    HSD

    Brîtanya: Me peymana YPG û DAIŞê qebûl nekir, lê mebest rizgarkirina sivîlan bû

    © AP Photo / Syrian Democratic Forces
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Brîtanyayê ragihand, wan piştgirî nedaye peymana tehlîyekirinê ya navbera YPG û DAIŞê ku li Reqayê hatibû girêdan, lê peyman ji aliyê eşîr û rêberên herêmî ve hatiye girêdan ku mebest jî kêmkirina windahiyên sivîl bû.

    Suriye ordusu
    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Wezîrê Berpirsê Neteweyên Yekgirtî yê girêdayî Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê Lord Lord Tariq Ahmad derbarê geşedanên Sûriyê de agahî da parlamentaran.
    Lord Ahmad, li ser peymana veşarî ya tehlîyekirinê di navbera YPG û DAIŞê de li Reqayê û got, "Em beşdarî hevdîtinan nebûne û me ev biryar qebûl nekiriye."

    'DAIŞ HÎN JÎ GEF E JI BO HEVPEYMANIYÊ'

    Ahmad da xuyakirin, ‘Ev peymaneke Konseya Sivîl a Reqayê, mezinên eşîretan û rêberên herêmî bû.'

    Ahmad diyar kir ku DAIŞ ligel ku erdên xwe ji dest dane jî hîn gefek e û armanca Hevpeymaniya Navdewletî ye.

    'TÊKOŞÎNA DIJÎ DAIŞÊ BI KORDÎNEYA 73 WELATAN DIDOME'

    Lord Ahmad da zanîn, peymana tehlîyekirinê ji aliyê Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) ve dihat zanîn û wiha pê de çû: "Mebesta tehlîyekirinê, ew bû ku windahiyên sivîl ên li Reqayê, bi taybet ên jin û zarokan herî kêm bikin. Em ji bo şopandina şervanên DAIŞê dewletên cîran jî di navde, li Sûriye û Iraqê bi kordîneya 73 welatan û bikaranîna hemû navgînan xebatên xwe didomînin."

    Bi heman mijarî:

    Li Dêra Zorê wesayîteke bombekirî teqiya: 20 mirî
    Şirketa partnera Spûtnîkê li Amerîkayê ‘wek ajanê biyanî’ hat tomarkirin
    Iraq: DAIŞ ji aliyê leşkerî ve qediya
    Demirtaş nivîsî: Dê dahatên kitêba min ji bo perwerdehiya zarok û gêncan werin xerc kirin
    Dr. Xefur Remezan: Barzanî ti caran nebûye darê destê welatên herêmê
    Fransa: Hevpeymanî li dijî peymana bi DAIŞê re bû
    Meclîsa Kerkûkê 21ê Mijdarê dicive
    Etîketan:
    Sûriye, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de