19:12 25 Nîsan 2018
    Qralê Siûdî Selman - Prensê Şûngir Muhammed bin Nayif - Prensê Şûngir Muhammed bin Selman

    ‘Qralê Siûdî wezîfeya xwe dewr dike'

    © REUTERS / SPA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî operasyona gendelî ya li Erebîstana Siûdî pêşveçûnên nû diqewimin. Li gorî rojnameya Daily Mailê, wezîfeya Qral Selman Bin Ebdulazîz wekî Şahbanûya Îngîltereyê dê bibe pozîzyoneke sembolîk.

    Li gorî nûçeya rojnameya Daily Mailê ku dispêre jêderekî nêzîkî malbata qraliyetê, Qral Selman bin Ebdulazîz hefteya pêşiya me wezîfeya xwe dewrî prensê welîahd Muhammed Bin Selman dike. Li gorî nûçeyê dê wezîfeya Qral Selman wekî Şahbanûya Îngîltereyê bibe pozîsyoneke sembolîk.

    Operasyonên gendelî ku di 4ê Mijdarê de li Erebîstana Siûdî hatibûn destpêkirin li seranserê dinyayê dengekî mezin derxistibû. Aktorê sereke yê vê operasyonê prensê welîahd Muhammed Bin Selman bû. Prens Muhammed serokê komîsyona tekoşîna gendeliyê dike.

    Rêvebiriya Siûdî di daxuyaniya xwe ya operasyonê de ragihandibû ku 208 kes ji ber gendeliyê hatine binçavkirin û jêpirsîna wan tê kirin. Li gorî daxuyaniya rêvebiriyê 100 milyar dolar gendelî hatiye kirin.

    Bi heman mijarî:

    'Iraq dê serdana welîahdê siûdî red bike'
    ‘Siûdî fişara karvekêşanê li Serokê Filîstînê kir’
    Serokê Heyeta Ulemayên Siûdî ji bo Îsraîlê fetwayek derxist
    Îranê bertek nîşanê Erebistana Siûdî û Îsraîlê da
    Serokê Hizbullahê: Herîrî li Erebistana Siûdî di girtîgeha malê de ye
    Erebistana Siûdî hişyarî da welatiyên xwe: Welêt biterikînin
    Etîketan:
    Qralê Erebîstana Siûdî, Muhammed Bin Selman, Selman Bin Ebdulazîz, Erebîstana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de