21:23 24 Nîsan 2018
    Afganistan

    Di civîna Partiya Îslamî de êrişa xwekujî: 7 jê polîs 9 kes hatin kuştin û 9 jî birîndar

    © REUTERS / /Omar Sobhani
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Kabîl ê Afganistanê di civîna Partiya Cemiyetî Îslamî de êrişa xwekujî pêk hat. Di êrişê de 7 jê polîs 9 kes hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

    Hêzên Taybet ên Parastinê li Kerkûkê
    © AFP 2018 / MARWAN IBRAHIM
    Berdevkê Wezareta Navxweyî yê Afganistanê Nacîb Daniş di axaftina xwe de ragihand ku êrişa xwekujî li Kabîlê li pêşiya salona Kasri Navîn pêk hat. Li gorî daxuyaniya Nacîb Daniş di êrişa xwekujî ya dijî salonê de 7 jê polîs 9 kes hatin kuştin û 9 kes jî birîndar bûn.

    Nacîb Daniş di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di hedefa erişê xwekuj de civîna Partiya Cemiyetî Îslamî ku li Kasri Navîn pêk dihat hebû.

    Li gorî şahidên bûyerê, êrişkarê xwekuj berî ku têkeve salonê ji aliyê polîsan ve tê ferqkirin û piştî kut ê ferqkirin bombeya ser xwe diteqîne. Rêxistina terorîst a DAIŞê berpirsyariya êrişa xwekuj girte ser xwe.

    Bi heman mijarî:

    Talîbanê bersiv da Trump: Afganistan wê ji Amerîka re bibe goristan
    Li Afganistan û Pakistanê aşît: Herî kêm 140 mirî
    Sînorên Afganistan-Turkmenistanê ji darbeyên îslamîstan dihejin
    Afganistan – 49 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Tekoşîna çekdarî li dijî DAIŞ li Afganistanê bê encam e
    Etîketan:
    DAIŞ, Berdevkê Wezareta Navxweyî yê Afganistanê, Nacîb Daniş, Kabîl, Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de