08:44 20 Hezîran 2018
Leşkerên NATO

NATO hejmara leşkerên xwe li Afganistanê derdixîne 16 hezaran

© AP Photo / Mindaugas Kulbis
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di axaftina xwe de ragihand ku di sala 2018an de em ê hejmara leşkerên xwe yên li Afganistanê derxînin 16 hezaran.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ji bo tevlî Foruma Ewlehî ya Navneteweyî bibe çû bajarê Halifax ê Torontoya Kanadayê. Stoltenberg ji Associated Press (AP) re got: "NATO ji bo mîsyona xwe ya perwerdehiyê bi cih bîne wê bigihîje hêza pêwist."

Jens Stoltenberg di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em ê pêwistiya fermandarê NATOyê li Afganistanê General John Nicholson ku 16 hezar leşker xwestibû bi cih bînin. Ji endaman bo piştgiriyê me soz stendiye. Di destpêka sala 2018an de em ê bigihîjin hêza pêwist. Reqema 13 ezar em ê derxînin 16 hezaran."

Li gorî axaftina xwe Jens Stoltenberg, hêzên nû ku diçin Afganistanê wê tevlî şer û pevçûnan nebin tenê wê hêzên ewlehî yên afgan perwerde bikin.

Bi heman mijarî:

NATO dê 3 hezar leşker bişîne Afganistanê
Li Afganistanê êrîşî mizgeftê kirin: Herî kêm 20 kes mirin
Li Afganistanê êrîşa DYAyê: 16 polîs hatin kuştin
Pentagon: Fermandarê rêxistinê yê Afganistanê hat kuştin
Pakistanê êrişî Afganistanê kir: 50 kuştî
Tekoşîna çekdarî li dijî DAIŞ li Afganistanê bê encam e
Etîketan:
Sekreterê Giştî yê NATOyê, Jens Stoltenberg, Kanada, Afganistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de