07:48 12 Kanûn 2017
Zindî
    Teqîn

    Herî zêde bûyerên terorî li kîjan welatî diqewimin?

    © REUTERS/ Mohamed Abd El Ghany
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî lêkolînan, di nava cihanê de welatê Iraqê yekemîn welate ku di encama bûyerên terorî de însan jiyana xwe ji dest didin.

    Digel ku di van demên dawî de bûyerên terorî kêm jî bûn dîsa di nava salên 2016 û hetanî Îlona 2017an de li cihanê bû yekemîn welat ku herî zêde qurbanî dan.

    Navenda Lêkolînên Aştî û Ekonomî ya Avustralyayê raportek weşand û ragihand ku di nava 2017an bûyerên terorî li gorî salên derbasbûyî hinekî kêm bûne. Li gorî raportê di sala 2017an de li seranserê cihanê 25 hezar û 673 kesî di bûyerên terorî de jiyana xwe ji dest da. Ev rêje li gorî sala 2014an ji sedî 22 kêm e.

    Di berdewamiya raportê de hat ragihandin ku li Sûriye, Pakistan, Afganistan û li Nîjeryayê hejmara kesên ku dibin qurbana bûyerên terorî ji sedî 80 kêm bûye, lê digel vê jî reqema kesên ku di bûyerên terorî de dimirin hê jî zêde ye. Li gorî raportê di sala 2016an de li Iraqê 9 hezar 765 kesî di bûyerên terorî de jiyana xwe ji dest da.

    Bi heman mijarî:

    Kati Piri bersiva îdiayên PKK û HDPê da: Li gorî we rexne terorîzm e
    Pûtîn: Terorîzm bi piştgiriya welatekî xelas nabe
    Mogerînî-Enqerê: Terorîzm divê ji kok ve bê rakirin, lê bi kurdan re –lihevkirin
    Fermandarê iraqî: DAIŞ li ber bidawîbûnê ye û ti bajar û navçe di destê wê de nemane
    Di navbera DAIŞ û Talîbanê de şerekî dijwar: 39 kuştî û gelek birîndar
    Îran: Ne ji Heşda Şeibî bûya, DAIŞ diket Bexda û Hewlêrê
    Etîketan:
    Bûyerên terorî yên li cihanê, Navenda Lêkolînên Aştî û Ekonomî ya Avustralyayê, Avustralya, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de