21:42 22 Mijdar 2017
Zindî
    Zimbabve Devlet Başkanı Robert Mugabe

    Li Zîmbabveyê leşkeran dest danî ser televizyona dewletê, artêşê daxuyanî da

    © AFP 2017/ JEKESAI NJIKIZANA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Li welatê Afrîkayê Zimbabveyê îro danê sibehê leşkeran rêyên ku diçine avahiya hikûmetê, meclîs û dadgeha bilind girtin. ArtêşÊ navenda televizyona dewleta ya ZBCyê jî kire bin kontrola xwe. Li gorî fotografên ku APyê weşandine tê xuya kirin leşker sivîlan kontrol dikin.

    Artêşa Zimbabveyê di daxuyaniya xwe ya di televizyona dewletê ZBCyê de ragihand ku, "leşkeran darbe nekiriye û armanca wan ne destjikarbendana serokomar Robert Mugabe ye, armanca wan şebekeya sûc û tawanê ya li dora wî ye."

    Qeyrana siyasî ya li Zimbabveyê zêde dibe. Li paytexta Zîmbabveyê Harareyê dengê çek û teqînan bilind bû lê sedema dengê çekan diyar nebû.

    Ji hêla din ve Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo ji bo çareseriyê krîzê bang li aliyan kir. Herwiha Balyozxaneya Amerîkayê bang li xebatkar û welatiyên xwe yên li Harareyê jî kir û got, "Ji ber sedema qeyrana siyasî ya nediyar ji malê xwe denekevin."

    Bi heman mijarî:

    Koalîsyon: Em ê alîkariya xwe ya HSDê dewam bikin
    Milîtanan êrişî herêmên rizgarbûyî ku di destê HSDê de ye kir: 14 kuştî
    ‘Bahçeli AKPê tehdîd dike'
    4 berpirsên mezin ê rêxistinê hatin kuştin
    Li dijî hêza taybet a leşkerî êrişa bombeyî: 9 kuştî
    Heta niha ti alîkariya Iraqê negihiştiyê herêma erdhejê
    Etîketan:
    televizyon, artêş, teqîn, Robert Mugabe, efrîn, Efrîqaya Başûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de