16:44 21 Mijdar 2017
Zindî
    Artêşa Yemenê

    Li dijî hêza taybet a leşkerî êrişa bombeyî: 9 kuştî

    © AP Photo/ Wael Qubady
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 70 0 0

    Li bajarê Aden ê Yemenê li dijî hêza taybet a leşkerî êrişa bombeyî pêk hat. Di êrişê de 9 leşkerên hêza taybet hatin kuştin.

    Êrişkarên nasname ne diyar li bajarê Aden ê Yemenê bi wesayîta bombebarkirî êrişî baregeha leşkerî ya hêza taybet kirin.

    Wezareta Navxweyî ya Yemenê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku li başûrê welat li hemberî baregeha leşkerî ya hêza taybet ku Îmarata Erebî piştgiriya wan dikir êrişêke bombeyî pêk hat. Di êrişê de 9 leşkerên hêza taybet jiyana xwe ji dest dan.

    Hefteya borî dîsa li bajarê Aden ê Yemenê êrişeke xwekujî pêk hatibû û di êrişê de bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dabûn. Heta niha tu kes an jî rêxistinê berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe.

    Bi heman mijarî:

    NY: Bi milyonan welatiyên Yemenê dikarin ji birçîbûnê bimirin
    Koalîsyona Ereban hemû deriyên sînor bo Yemenê girtin
    Erebistana Siûdî: Em mafê bersivdana Îranê veşartî digrin, sînorên Yemenê hatin girtin
    Li Yemenê êrişa bombeyi: 9 kes jiyana xwe ji dest dan
    Hejmara miriyên kolerayê li Yemenê gihîşt hezar û 847 kesan
    Etîketan:
    Wezareta Navxweyî ya Yemenê, Aden, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de