01:05 22 Hezîran 2018
Mahteşî

Ji 15 hezar zanyaran hişyariya felaketê

© REUTERS / David Mercado
Cîhan
Lînkê kurt
0 20

Hemû mirovahî bi nameyeke ku ji aliyê 15 hezar zanyaran ve hatiye îmzekirin hat hişyarkirin ku, em dê bi felaketeke tirsanka ya biyo-cûretiyê re rû bi rû bimînin.

Peyama ku berî bi 25 salan ji aliyê Zanyarên Endîşedar (Union Of Concerned Scientist/UCS) ve hatibû nivîsîn û di warê kêmbûna cureyên giyandar de hişyarî dabûn ji aliyê 1.700 kesî ve hatibû îmze kirin. Pisporên ku dibên ev teksta nû, teksat berê ya ku hatiye nûjen kirine, diyar dikin ku rewşa niha ji ya sala 1992yan gelekî xerabtire û kêşe di nava 25 salan de bi awayekî bilez mezintir bûne.

Zanyarên ku name nivîsîne balê dikşînin ser ku ji ber nifûsa ku gelekî bilez zêde dibe dê çavakaniyên sînordar tune bibin û mirovahiyê jî bi tunebûnê re rûbirû bihêlin. Herwiha zanyara aşkere dikin ku "zanyar, mirovên di nav çapemeniyê de û hemwelatî" ji bo têkoşîna li hember vê xetereyê têra xwe hewl nadin.

Di nameyê de hat nivîsîn ku heke di demeke nêzde mirovahî li hember vê tênekoşe dê bi felaketa biyo-cureyan re rûbirû bimîne.
Zanyarên di nameyê de nivîsîne ku ji hişyariya di sala 19912an û vir ve tenê derbarê tebeqeya ozonê de geşedan pêkhatine û divê mirov li hember gefên xwezayî de vê geşedanê wekî mînak bigrin û têkevin nav tevgerê. Zanyaran balkêşan ser ku her gefa ku berî bi 25 salan hatiye nivîsin her ku roj diçe mezintir dibe û ber bi cihekî ku jê neyê vegerin ve diçe.

Di nameyê de, qala xetereyên wekî guherîna kişweran, ji holê rakirina daristanan, ji holê rabûne giyaneweran û kêmasiya ava paqij hate kirin. Name ji 184 welatan ji aliyê nêzî 15 hezar zanyaran ve hate îmze kirin.

 

Bi heman mijarî:

Zanyar: Wê hişkayîya Rojhilata Navîn 10 hezar salan dewam bike
Mirovên Zanyar 'gora Îsa pêxember' vedikin
Sîyasetmedar, zanyar-rojhilatnas Yevgenîy Prîmakov jîyana xwe ji dest da
Ji mirovên zanist ên rûsî pergaleke nû ya parzunkirina avê
Li Silêmaniyê Yekemîn Konferansa Zanist û Sirûştê ya Navdewletî
Etîketan:
pispor, nifûs, zanyar
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de