01:03 22 Hezîran 2018
Hamad bîn Xelîfe el Sanî

Mîrê Qeterê El Sanî bangî Hewlêr û Bexdayê kir

© AFP 2018 / FAYEZ NURELDINE
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bîn Hemed El Sanî di axaftina xwe de bangî Iraq û Herêma Kurdistanê kir ku pirgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin.

Şêx Temîm Bîn Hemed El Sanî di axaftina xwe de ragihand ku em piştevaniya xaka Iraqê dikin û got: "Divê hikûmeta navendî ya Bexdayê û hikûmeta Herêma Kurdistanê pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin."

El Sanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Daxwaz û hêviyên me li seranserê Iraqê terorîzm bi dawî bibe."

Mîrê Qeterê di dirêjiya axaftina xwe de ji bo siyaseta welatê xwe got: "Em siyaseta xweragirtinê dimeşînin wekî rêzekî li hember buha û peywendiyên xwe yên li gel welatên Kendavê. Wan em dorpêç kirin lê hewldanên wan ên navdewletî bê encam bûn. Ji ber ku heta niha jî ji bo derketina ji vê rewşê planeke wan nîne. Lê niha pêwendiyên me ligel welatên mezin bihêztir in û em ji dorpêça ser Qeterê natirsin."

Bi heman mijarî:

Qeter xwest ku Bexda diyalogê bi Hewlêrê re bike
Qeter seferên esmanî yên Hewlêrê berdewam dike
Qeter û şirketeke tirkî: Seferên me yên Herêma Kurdistanê dewam dikin
Qeter keştiyên şer distîne
'Qeter bo pozîsyona xwe yê li cîhana ereban ji nû ve bidestbixe, pêşniyara Sûriyeyê kir'
Etîketan:
Mîrê Qeterê bangî Hewlêr û Bexdayê, Temîm Bîn Hemed El Sanî, Kurdistan, Iraq, Qeter
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de