01:32 24 Gulan 2018
    Katalonya

    Korsîkayê serxwebûna Katalonyayê nas kir

    © AFP 2018 / Josep Lago
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Girava Korsîka ya bi ser Fransayê ve ragihand ew serxwebûna Katalonyayê nas dikin û piştgiriya xwe nîşan da.

    Serokê Meclîa Korsîkayê Jean-Guy Talamoni bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew bi keyfxweşî pêşwaziya "Komara Nû ya Katalonyayê" dikin.

    Jean-Guy Talamoni wiha got: "Hevalbendiyeke dîrokî û kûr ya me bi aliyên piştgiriya serxwebûnê dikin re heye. Lê em li gorî Katalonyayê gelek paşve mane, em ji aliyê aborî û sazûmanî ve ji bo serxwebûnê ne amadene. Lê dema piştî çend salên din em gihîştin wê astê, heger gelê Korsikayê bixwaze em ê wê mijarê binerxînin."

    Talamoni tundiyên hikûmeta navendî ya Ispanyayê yên li hemberê Katalonyayê şermezar kir û amaje bi wê yekê kir ku Korsîka tenê dikare bi rêyên demokratîk û aştiyanê bigihêje serxwebûna xwe.

    Parlamentoya Herêma Katalonya duh înê 27ê cotmeha 2017ê ji bo biryardana li ser ragihandina serxwebûna wê herêmê civiya û di dengdaneke nihênî de biryara serxwebûna wê herêmê da û bi awayekê yekalî serxwebûna Katalonyayê ragihand.

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê Spanya Rajoy: Em ê sibe bergiriyên li ser Katalonya aşkere bikin
    Katalonya: Ji bo gotûbêjên bi Spanyayê re dem lazim e
    Katalonya: 10ê Cotmehê em serxwebûna xwe îlan dikin
    ‘Katalonya serxwebûna xwe îlan dike'
    Etîketan:
    serxwebûn, Korsîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de