22:27 26 Gulan 2018
Afganistan - êrîş - teqîn

Êrişî navenda perwerdehiya polîsan kirin: 32 mirî zêdetirî 200 birîndar

© REUTERS /
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Talîbanê bi wesayîta bombebarkirî êrişî navenda perwerdehî ya polîsan a Gardezê paytexta Wîleyeta Paktiya ya Afxanistanê kir û piştre jî di navbera militan û hêzên ewlekariya Afxanistanê de şer derket. Hate ragihandin k udi encama êrişê de herî kêm 32 kes can dane, zêdetirî 200 kes jî birîndar bûne.

Rayedarên tenduristî yên afxan eşkere kirin k udi encamê êrişê de 32 kes mirine, ji 200î zêdetir kes jî birîndar bûne. Herwiha rayedaran bangî bexşa xwînê kir.

TALÎBANÊ LI SER ÊRIŞÊ BERPIRSYARIYA XWE RAGIHAND

Talîbanê li ser hesaba twittirê berpirsyariya xwe yê li ser êrişê ragihand. Rayedarên ku ji AFPê re axivîn diyar kirin ku kesên mirîne jin, zarok, xwendekar û polîs in.

Wezareta Karên Navxweyî ya Afxanistanê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û tê de eşkere kir ku wesayîta bombebarkirî li nêzî navenda perwerdehiya polîsan hatiye teqandin û piştre jî êrişkaran, êriş kirine. Herwiha şer li dora 4 saetan jî dom kiriye.

Bi heman mijarî:

Rêxistina Talîbanê kontrola bajarê Zinexanê bi dest xist
Talîbanê bersiv da Trump: Afganistan wê ji Amerîka re bibe goristan
Zaxarova: Îdiayên ‘Rûsya Talîbanê biçek dike’ dezenformasyon e
Ajansa Îstîxbarata Amerîkayê: Delîlên ku Rûsya piştgiriya çekan daye Talîbanê tine ne
Etîketan:
xwekujî, êriş, Afxanistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de