01:17 23 Çile 2018
Zindî
    Kim In-ryong

    Dîplomatê koreyî: Dibe şerê nûkleerî derkeve

    © AFP 2018/ JEWEL SAMAD
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Balyozê Koreya Bakur li Neteweyên Yekbûyî Kim In-ryong di axaftina xwe ya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de got: "Dibe şerê nûkleerî derkeve."

    Cîgirê Balyozê Koreya Bakur li Neteweyên Yekbûyî Kim In-ryong di axaftina xwe ya komîsyona bêçekbûnê ya Lijneya Giştiya Neteweyên Yekbûyî de got: "Rewşa Nîvgirava Koreyê gihîştiye encameke ne diyar û dibe her kêlî şerê nûkleerî derkeve."

    Kim In-ryong di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji salên 1970î û vir ve welatê yekemîn ku rasterast rastî êrişa tehdîdên nûkleerî ya Amerîkayê dimîne Koreya Bakur e. Koreya Bakur ji bo parastina xwe bike dixwaze bibe xwediyê çekên nûkleerî."

    Dîplomatê koreyî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Amerîka û Koreya Başûr her sal bi hebûnên xwe yên nûkleerî tetbîqatên leşkerî li dar dixe. Planeke veşartî ya Washîngtonê heye û dixwaze serokatiya Koreya Bakur ji holê rake."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn biryarnameya li dijî Koreya Bakur îmze kir
    Koreya Bakur Kirim wek beşek ji Rûsyayê nasî
    Pûtîn: Em dikarin li Koreya Bakur bidin lê...
    Koreya Bakur moşekeke din bi ser Japonyayê ve pekand
    Meksîkayê balyozê Koreya Bakur ji welatê xwe qewirand
    Koreya Bakur 3 moşekên balîstîk pekandin
    Etîketan:
    Cîgirê Balyozê Koreya Bakur li Neteweyên Yekbûyî, Kim In-ryong, Koreya Bakur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de